Îşxalkeran li Şerîaya Rojavayê avêtin ser malên êsîrên ku serbestberdane

Îşxalkeran li Şerîaya Rojavayê avêtin ser malên êsîrên ku serbestberdane

Rejima îşxalker, li Şerîaya Rojavayê avêtin ser malên êsîrên ku serbestberdane.

Hat destnîşankirin ku leşkerên sîyonîstên îşxalkeran doh li Beytullahîma Şerîaya Rojavayê avêtin ser malên êsîrên ku serbestberdane û Filistînîyekî jî bi guleyên rastîn birîndar kirin.

Li gorî xebera ajansa nûçeya Filistîn WAFAyê, leşkerên sîyonîst, avêtin ser Kampa Penaberan ed-Diheyşeya başûrê Beytullahîmê.

Doh mala êsîrên Filistînî Nîdal Ebû Akr, Rabî Îbrahîm Rabî û Sabîr Muhammed Musalîme ku hatibûn serbestberdan dûçarê êrîşê sîyonîstan bû û şênîyên malê jî bi gotinên “xwepêşandanên kêfê nekin û necivin” tehdîd kirin.

Berîya ku ji nav malan derkevin li derdorê gule reşandin û di encamê de kesekî birîndar bû. Filistînîyê birîndar ji nexweşxaneyê re hat rakirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.