Îxlalkirinên agirbestê zêde dibin
Di çarçoveya îxlalkirinên berdewam ên rêjîma îşxalker a peymana agirbestê li Xezzeyê de, ji ber êrîşên nû yên hewayî, Filistîniyekî canê xwe ji dest da û zarokekî jî birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên herêmî, droneke rejîma îşxalker herêma Rumeyda ya li Benî Suheyla, rojhilatê Xan Yûnis, hedef girtîye, ku di encamê de Abdullah Hemad hatiye şehîdkirin.
Herêma hedefgirtî di nav xeta ku jê re tê gotin "Xeta Zer" de ye, ku di çarçoveya peymana agirbestê de di bin kontrola rejîma îşxalker de ye, ku bi qasî ji sedî 53ê Şerîda Xezzeyê kontrol dike.
Di çarçoveyeke têkildar de, zarokek birîndar bû dema ku wesayîtên leşkerî yên îşxalker ên giran li konên koçberan li herêma Mawasî, bakur-rojavayê Refahê, ku herêmeke koçberan e û bi deh hezaran koçberên ji deverên cûda yên Şerîda Xezzeyê lê dijîn, gulebaran kirin.
Doh di danê sibê de, balafirên şer ên rejîma îşxalker êrîşên xwe li ser deverên rojhilatê Xan Yûnis û bakur-rojhilatê Refahê nû kirin; keştîyên topxaneyê ji berava Xan Yûnisê guleyên dijwar li masîgiran û konên koçberan ên li peravê reşandin. Keştiyên topxaneyê jî top avêtin perava Xezzeyê û rojhilatê Xan Yûnisê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.