Îzzet el-Rişk: Şimikên Xezzeyê mezinahiya artêşa îşxalker wêran kirin
Endamê HAMASê Îzzet el-Rişk soza Tûgayên Qessam a "Em ê heybeta artêşa we hilweşînin" daye bi bîr xist û bi wêneyekî sembolîk ku li ser medyaya civakî belav bûye, cudahiya di navbera tirsonekiya îşxalkeran û esaletê berxwedanê de destnîşan kiriye.
Îzzet er-Rişk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, li ser hilweşîna exlaqî ya ku artêşa rejîma sîyonîst dikişîne, bi gotinên balkêş şîrove kir.
El-Rişk behsa soza berê ya Tûgayên Qessam kir, "Em ê heybeta artêşa we hilweşînin," û got, "Qessam soz da û soza xwe girt... Ev wêne ji her gotinan watedartir e."
Er-Rîşk li ser dîmena ku hat parvekirin de bal kişand ku leşkerekî îşxalker ku tam teçhîzatên wî li ser wî ne di nav tirs û panîkê de ketîye erdê, û li hember wî jî micahîdekî Qessam tenê heye ku ew jî bi tevî sandalên xwe ye û natirse.
Di daxuyaniya xwe de, el-Rişk diyar kir ku ev dîmen cudahiya kûr a di navbera her du aliyan deye eşkere dike û dûre weha got:
“Di vê çarçoveya sembolîk de, em bi zelalî dibînin ka çawa mucahîdek dilsoz, ku maf, gelê xwe û nirxên xwe yên pîroz diparêze, tê şekilkirin, her weha îşxalkerek ku tenê xwe dispêre teknolojiyên wêrankirin û mirinê, ji hemû nirxên mirovî bêpar e. Yek ji hêla ax, nasname û baweriyê ve tê şekilkirin; yê din bi tank, balafir, pergalên keşfê û çekên nûjen çekdar e, lê dilê wî vala, tirsonek û biyanî ye.”
Îzzet el-Rişk jî girîngiyeke taybet da pêlavê, ku sembola berxwedana bi rûmet a Xezzeyê ye ku ji ne gengaziyan çêbûye:
"Doh bi terlikan, îro bi sandalan... Mîna ku Qessam sond xwaribe ku bi hemû pêlavên Xezzeyê mezinahiya artêşa îşxalker hilweşîne!" (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.