
Ji 7 welatên Ewropî daxuyanîya hevbeş: Em ê li hember trajediya mirovî ya li Xezzeyê bêdeng nemînin
Rêberên Spanya, Norwêc, Îzlanda, Îrlanda, Luksemburg, Malta û Slovenyayê li hember qeyrana mirovî ya li Xezzeyê hişyariyek tund dan rejîma sîyonîst û xwestin ku dorpêçê rake û tavilê agirbestê pêk bîne.
Serokên welatên pêşeng ên Ewropayê, Spanya, Norwêc, Îzlanda, Îrlanda, Luksemburg, Malta û Slovenyayê, derbarê krîza mirovî ya li Xezzeyê de daxuyaniyek hevbeş dan.
Rêberan tekez kirin ku "trajediya mirovî" ya li herêmê êdî nayê paşguhkirin û bal kişandin ser destwerdana lezgîn a civaka navneteweyî.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Xezzeyê zêdetirî 50 hezar sîvîlan canê xwe ji dest dane, bi sed hezaran kes bêmal mane û bi taybetî zarok bi birçîbûnê re rû bi rû ne.
Rêberên Ewropî hişyarî dan ku "eger tedbîrên lezgîn neyên girtin, bi hezaran kesên din dê ji ber birçîbûn û nexweşiyan bimirin."
Di daxuyaniya hevbeş de ji hikûmeta îşxalker hat xwestin ku tavilê dorpêça li ser Xezzeyê rake, hemû astengîyên li pêşiya alîkarîya mirovî rake û agirbestê pêk bîne.
Zêdebûna êrîşên çeteyên Cihûyan li Şerîaya Rojava û zêdebûna tundûtûjiyê li herêmê jî hatin şermezarkirin.
Serokan gotin, "Ji bo ku aştî pêk were, girîng e ku alî vegerin pabendbûnên xwe yên agirbestê." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.