Ji aliyê Meteorolojiyê ve ji bo Amedê hişyariya baraneke gur û barîna berfê hat dayîn

Ji aliyê Meteorolojiyê ve ji bo Amedê hişyariya baraneke gur û barîna berfê hat dayîn

Rêveberiya Meteorolojiyê ya Herêma 15'an, ji bo sibe li parêzgehên Amed, Êlih û Riha hişyariya barana gur û berfê da.

"Rêveberiya Meteorolojiyê ya Herêma 15'an daxuyand ku ji saetên sibehê pê ve li Amed, Êlih û Rihayê barana gur û berf tê payîn."

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Li gorî nirxandinên dawî; ji saetên sibeha roja înê pê ve li navçeyên Qabilcewz û Hezoya Êlihê; li navçeyên Çermûk, Şankuş, Erxenî, Pîran, Hênê, Lîce û Pasûra Amedê; li herêma Qerejdaxa Rihayê berfeke gur û cih bi cih zêde tê payîn. Her wiha li navçeyên Xelfetî, Heweng, Karaköprü, Hilwan û Sêweregê jî barana gur tê payîn."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hişyarî hatin kirin: "Ji bo astengiyên di çûnûhatinê de, qeşa û cemed, helandina berfê ya li cîhên nizm, rîska herifîna berfê (çığ) û ji bo lehî û avrabûnên li cîhên ku baran lê dibare, divê mirov baldar û bi tedbîr bin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.