Ji aliyê Nûnertiya Çinarê ya Weqfa Yetîman ve alîkarî ji bo 64 malbatên sêwî
Nûnertiya Çinarê ya Weqfa Yetîman beriya Cejna Remezanê alîkarî gihand 64 malbatên sêwî.
Nûnertiya Çinarê ya Weqfa Yetîman (Yetimler Vakfı), beriya Cejna Remezanê li navçeya Çinarê alîkariya qerta danûstendinê ya bi bihayê 1.500 lîreyî, alîkariya neqdî û ya cil û bergan gihand 64 malbatên sêwî.
Dildarê Weqfa Yetîman Adem Varol, derbarê mijarê de daxuyanî da û weha got: "Wekî Weqfa Yetîman a Çinarê, beriya Cejna Remezanê me qerta danûstendinê ya bi bihayê 1.500 lîreyî, alîkariya neqdî û ya cil û bergan gihand 64 malbatên me yên sêwî yên ku li navend û gundan dimînin. Em dixwazin ne tenê di vê mehê de, di her 12 mehên salê de alîkariyê bidin sêwiyan. Ji bo vê yekê jî em li benda piştgiriya xêrxwazên xwe yên hêja ne.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.