Ji ber berf û qeşayê dibistan li 19 bajaran ji bo rojek din hatin girtin

Ji ber berf û qeşayê dibistan li 19 bajaran ji bo rojek din hatin girtin

Ji ber berfa zêde, qeşa û talûkeya cemidandinê, hemû saziyên perwerdehiyê yên li 19 bajaran roja Înê 2ê Çile hatin girtin.

Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê yên li seranserê Tirkiyeyê dewam dike, sibe li 19 bajaran dibistan wê girtî bimînin. Hat ragihandin ku dê di 2yê Çileyê roja Înê de li Sêrt, Tokat, Êlih, Bartin, Sêwas, Agirî, Zonguldak, Çorum, Mereş, Entab, Yozgat, Dûzce, Amasya, Meletî, Bolû, Qers, Colemêrg, Şirnex û Xarpêtê ders bên sekinandin.

Rayedaran ji welatiyan xwestin ku ji ber talûkeya qeşa û cemedê, heya ku bi tevahî ne hewce be, ji ajotinê dûr bisekinin, guh bidin hişyariyan û daxuyaniyên fermî bişopînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.