Ji ber rêya şemetokî li Nisêbînê 7 wesayît bi zîncîrî li hev ketin
Li ser Rêya Îpekê ya Navneteweyî ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji ber şert û mercên şemetokî ên ji ber berf û sermayê çêbûyî, qezayek zincîrî ya heft wesayîtan pêk hat.
Qeza, li ser Rêya Hevrîşimê ya navneteweyî ya di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê de qewimî.
Rewşa qeşayê ya piştî barîna berfê ya zêde li navçeyê çêbû, bû sedema qezayek zincîrî. Heft wesayît, ku tanker, qamyon û wesayît jî di nav de bûn, tevlî qezayê bûn.
Piştî xeberdayîna qezayê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê, trafîkê û cendirmeyan ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Di qezayê de kes birîndar nebû, lê ekîban li ser rê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.
Ji ber qezayê rêya Qoserê demekê ji trafîkê re girtî bû.
Piştî ku wesayîtên tevlî qezayê bûn bi alîkariya vînç û qamyonên kişandinê ji rê hatin derxistin, rê ji trafîkê re hate vekirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.