Ji ber şewata 61 daristanan 23 kes hatin binçavkirin û 4 kes hatin girtin
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di derbarê 61 şewatên daristanan ên di navbera 4 û 22ê Tîrmehê de derketine de, 23 kes hatine binçavkirin û çar kes jî hatine girtin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya hûrgiliyên lêkolînên li ser 61 şewatên daristanan ên ku di navbera 4 û 22ê Tîrmehê de li seranserê welat derketine parve kir.
Li gorî daxuyanîya wî ya li ser hesabê medyaya civakî, di encama xebatên tîmên cendirmeyan de 23 kes hatine binçavkirin, 4 ji van kesan hatine girtin û ji bo 19 ji wan biryara kontrola edlî hatiye dayîn.
Hat destnîşankirin ku piraniya şewatan ji ber şewqa kombaynan û makîneyên berhevkirinê çêbûne. Her wiha hat diyarkirin ku hinek şewat ji ber sedemên wekî agirên bi bêxemî vêxistî an mûmên ji bîrkirî li ser goristanan çêbûne.
Yerlikaya bang li welatiyan kir ku di parastina daristanan de baldartir û berpirsiyartir bin:
"Girîng e ku welatiyên me ji bo parastina daristanên xwe, bi taybetî di rojên germ ên havînê de, pir hişyar û baldar bin."
Wezîr daxuyanîya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Xwedê welat û miletê me ji her cure felaketê biparêze." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.