Ji ber vexwandina Erdogan Nêçîrvan Barzanî çû Enqereyê

Ji ber vexwandina Erdogan Nêçîrvan Barzanî çû Enqereyê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber daweta ku ji teref Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve ji bo beşdarbûna merasîma sondxwarinê hatibû kirin, digel lijneya bi xwe re gihaşt Enqerê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Barzanî û heyeta pêre di wextên nîvro de gihaştin Enqerê û beşdarî merasîma sondxwarinê ya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan a ku li TBMMê hat kirin bû.

Ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku beşdarî merasîma sondxwarinê bû re ew ê beşdarî xwarina ku dê bê dayîn bibe û ew ê li wê derê bi serokên dewletan re hevdîtinê bike.

Piştî hilbijartinên 28ê Gûlanê û encamên eseh Recep Tayyîp Erdogan cardin wek serokomar hat hilbijartin. Piştî diyarbûna encama serokên gelek dewletan yek bi yek pîrozbahî li Erdogan kirin ku yek ji wan jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve hatibû belavkirin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan gerîyabû û ew tebrîk kiribû. Di hevdîtinê de Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dawetî merasîma sondxwarinê kiribû.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.