Ji Bizûtnewey Îslamî li Kurdistanê ji Temsîlkarîya Hewlêrê ya HUDA PARê re zîyereta şînê

Ji Bizûtnewey Îslamî li Kurdistanê ji Temsîlkarîya Hewlêrê ya HUDA PARê re zîyereta şînê

Lijneya Bizûtnewey Îslamî li Kurdistanê bi minasebeta bûyera ku li Edeneyê pêk hat û Sekreterê Bajar yê HUDA PARê şehîd bû ve ji Temsîlkarîya Hewlêrê ya HUDA PARê re zîyareta şînê kir.

Zîyaretên şînê ji teref Temsîlkarê Hewlêr yê HUDA PARê Abdussamed Yalçin û Endamê Sazîya Îstîşareya Navend yê HUDA PARê Nasuh Sevînîk ve hatin pêşwazîkirin.

Di zîyaretê de, lijneya Bizûtnewey Îslamî li Kurdistanê, ji HUDA PARê re belgeya şînê yê partîyên xwe teqdîm kirin.

Di belgeya ku hat teqdîmkirin de weha hat gotin:

“Ji Birayên me yên mihterem HUDA PARîyan re;

Ji alîyê me re agahîya ku êrîşeke hovane li Sekterê Bajar û Serokê Bajara Edeneyê ya Partîyê re hatîye kirin, birayê Sacîd Pîşgîn ê ku di partîye we de sekreter e hatîye şehîdkirin û birayê Salîh Demîr jî hatîye birîndarkirin gihaştîye. Em wek Bizûtnewey Îslamî li Kurdistanê, vê êrîşa hovane ya ku ji teref kê ve hatibe kirin bira were kirin bi tundî şermezar dikin û vê êrîşê jî wek êrîşa terorî ya ku li rayedarên we yên xêrxwaz hatine kirin dinirxînin.

Ji ber ev musîbeta ku hatîye jîyankirin ji malbata merhum re, ji xwe re û ji we re sersaxîyê dixwazin.

Bi tevî vêya ji birayên xwe Salîh Demîrê ku giran birîndare re jî ji Xwedê şîfa lezgîn dixwazin û di nav hêvîya ku Xwedê ev bûyerê jî ji ginehên wî re bike kefaret de ne.

Em ji Xwedê daxwaz dikin ev musîbeta ku hûn jîyankirine bi herî xêrê mikafat bike. Ji Xwedê Teala re jî ji bona ku ji wî re rahmetê bike duayê dikin.

Xeyn ji vêya ji birayên xwe Birêz Salîh Demîr re jî şîfa lezgîn dixwazin û bira Xwedê we jî ji ber ev musibetê mikafata herî baş bike mikafatkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.