Ji bo 13 bajaran hişyariya toza çolê hat dayîn
Servîsa meteorolojiyê ji bo 13 bajaran ku tê texmînkirin toza çolê ya ji Efrîqayê were û tesîrê li wan bike hişyarî da.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku toza çolê ya ji Efrîqayê tê anîn îro dê tesîrê li 13 bajaran bike. Hate diyarkirin ku toza ku ji hêla bayên bihêz ên başûr ve tê hilgirtin, dê bi taybetî li herêmên Rojhilatê Behra Spî û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zêde bibe.
Meteorolojî li Semsûr, Bedlîs, Dîyarbekir, Entab, Colemêrg, Mereş, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Wan, Êlih, Şirnex û Kilîsê hişyariya zer da.
Hat ragihandin ku baran li seranserê welat dê berdewam bike, li peravên Egeyê û li rojhilatê Behra Spî baranên giran têne hêvîkirin. Ji bo peravên Egeyê hişyariya lehiyê û lehiyên ji nişka ve hat dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.