Ji bo 17 bajaran hişyarîya barana zêde
Meteorolojîyê ji bo 17 bajarên daxuyanî da ku ew ê baraneke dijwar bibare bi koda zer hişyarî belav kir.
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, daxuyand ku ew ê li Sakarya, Samsun, Sînop, Duzce, Zonguldak, Bartin, Kastamonu, Bolu, Karabuk, Edene, Usmanîye, Xetay, Mereş, Gîresun, Trabzon, Rîze û Artvînê hewa şilî be û bila welatî baldar bin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku bila welatî di warê lehî, brûsk, zîpik û bahozê hişyar û baldar bin.
Hat îfadekirin ku ew ê ev rewş herêmên bilind çûnûhatinê bike nav zehmetîyê û dibe ku ji ber vê rewşê dûrahîya dîtinê kêmtir jî bibe.
Rayedaran destnîşan kirin ku bila welatî haydar û bitedbîr bin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.