Ji bo dorpêça Xezzeyê were şikandin fîloyeke nû derdikeve rê
Ji bona ku ambargoya li ser Xezzeyê û polîtîkayên qetlîam û birçîhiştinê ya rejima îşxalker berdewam dike, were şikandin ji welatên cuda yên cîhanê nêzê sed keştîyên alîkarîyê wê derkevin rê.
Di fîloyua azadîya nû ya ku ji Tirkîyeyê jî gelek rêxistinên sîvîl piştgirîyê didin de, ji alema huner û sîyasetê jî gelek aktîvîst dê beşdarî bibin, bi tevî van aktîvîstan ew ê rojnameger û temsîlkarên STKyan jî dexlê fîloyê bibin.
Her sazîyeke civaka sîvîl ku di bin bana sazîya “Platforma Şikandina Dorpêça Xezzeyê û Azadîya Filistînê” de civîyane, ji keştîyên jimarte re bûne sponsor û bi vê şeklê destekê didin fîloyê.
Derheqê fîloya ku tê texmînkirin heta dawîya meha Tebaxê birêkeve de, di Tesîsa Civak a Fatîh Çatladikapi de civînek ji çapemenîyê re girtî hat tertîpkirin, hat îfadekirin ku li hember qirkirin û birçîhiştinê organîzasyonên ewakî gelek muhîm û ciddî ne.
“Dorpêç û birçîhiştina li Xezzeyê, di dîroka însanîyetê de wek çekekî îmhekirina girseyê te bikaranîtin”
Piştî civîna îstîşareyê ya ku ji çapemenîyê re girtî hat lidarxistin, Serokê Platforma Şikandina Dorpêça Xezzeyê û Azadîya Filistînê Selman Esmerer daxuyanîya çapemenîyê xwend û got, “Banga me ji cîhanê û hemû Tirkîyeyê re ye. Sîyonîzma ku di dîroka însanîyetê de mîkrobekî herî mezin ê meddî, beşerî û îdeolojîk e, ji berxwedana xweparastinê ya 7ê Cotmehê ku gelê Xezzeyê ji bona ku dorpêça salane ya li ser wan bişkînin dabûn destpêkirin vir ve qetlîam û qirkirina xwe didomîne. Di serî de zarok, pîrek û îxtîyar heta niha bi sedhezaran şehîd û birîndar hene. Ev bû çend meh e torbeyekî arvan, kidûnikekî av, loqekî nan û tasekî xwarin neketîye Xezzeyê. Digel vêya jî rejima îşxalker qetlîam û qirkirina xwe didomîne. Li Xezzeya ku hemû sûcên herbê pêk hatîye, di van mehên dawîn de dorpêç û birçîhiştina li Xezzeyê, wek şermekî di dîroka însanîyetê de, mîna çekekî îmhekirina girseyê te bikaranîtin. Ew dixwazin tiştên ku bi bombeyê nikarine bikin bi birçîhiştinê bikarbînin.”
“Armanca me ya eslî gihaştina Xezzeyê ye”
Esmerer destnîşan kir ku rejima îşxalker tu tiştan bidizî nake, her tiştê xwe bi zelalî dike, “Wehşeta ku tê kirin li ber çavê me hemûyan tê kirin. Aligirê herî mezin a îsraîla sîyonîst jî mixabin bêdengîye… Armanca me ya esil ji hewa, behr û bejahîyê şikandina dorpêçê û gihaştina Xezzeyê ye, em bal dikşînin ku em li cem û kêleka gelê Xezzeya biîzzet in, çi dibe bila bibe em ê dorpêçê bişkînin û bêguman bighêjin Xezzeyê, bawerîya me ji vêya re tam e.”
Esmerer destnîşan kir ku ev xebata wan, Fîloya Sumudê jî piştgirî dike.
“Di her şert û mercan de wê keştîyên me bighêjin Xezzeyê”
Esmerer destnîşan kir ku ew ê Fîloya Sumudê ji gelek Benderan derkeve rê encax ji ber ewlehîyê ew ê wan benderan heta wexta dawîn jî cîhê wan neyên diyarkirin, û Esmerer herî dawîn weha got:
“Ew ê ji keştîyên me re ji gelek welatan parlamenter, hunermend, akademîsyen, aktîvîst û rojnameger beşdarî bibin. Ev fîloya keştîyan ku wê birêbikeve tenê alîkarîyên însanî, xwarin û dermanan bar bike û bi vê şeklê armanca wî ji bo şikandina dorpêçê tevgerekî însanî û wijdanî ye. Navê fîloya ku ji Tirkîyeyê tê amadekirin jî ‘Fîloya Azadîyê ya Necmeddîn Erbakan’ hatîye diyarkirin. Xeyn ji vêya ew ê her navên ku ji keştîyan re werin dayîn jî bi raya giştî re werin parvekirin. Di vê çarçoveyê de sazîyeke birêvebirina ku ji gelek sazîyên sîvîl ên Tirkîyeyê pêk têne hatîye damezrandin. Ew ê di her şert û mercan de keştîyên me bighêjin Xezzeyê, û ev ê ji vê leyîstika birçîhiştinê re dawîyê bîne.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.