Ji bo parastina tenduristiya piştê divê mirov bala xwe bide çi?

Ji bo parastina tenduristiya piştê divê mirov bala xwe bide çi?

Pisporê Tedawiya Fîzîkî û Rehabîlîtasyonê Doç. Dr. Ahmet İnanır, derbarê tiştên ku ji bo parastina tenduristiya piştê divê mirov bala xwe bidê de agahî dan.

Piraniya mirovan di dema jiyana xwe de herî kêm carekê rastî êşa piştê tên. Nexwe, ji bo parastina tenduristiya piştê û ji bo ku em di salên pêş de ji êşên piştê xelas bibin, em dikarin çi bikin?

Pispor Doç. Dr. İnanır, derbarê sedemên êşên piştê, faktorên ku wan zêde dikin û rêyên parastina ji wan de agahiyên girîng parve kirin.

Êşên piştê ji ber çi dibin?

Êş nîşaneyek e. Ne nexweşî ye. Tiştê ku divê were dermankirin ne êş e; divê sedema sereke ya êşê were rakirin an jî xerabûn (ariza) were tamîrkirin.

Ji êşên ku ji 6 hefteyan kêmtir didomin re "Êşa Piştê ya Akut" tê gotin. Ew dikare piştî çalakiyeke diyarkirî an jî travmayekê pêş bikeve, her wiha dikare bêyî travmayê jî çêbibe. Bi gelemperî êş bi serê xwe kêm dibe an jî dikare bi tevahî derbas bibe. Nêzîkî %30yê mirovên ku carekê êşeke giran a piştê dikişînin, dikarin careke din rastî krîzekê (atak) werin. Lê belê ger di bin kontrol û lênihêrînê de bin, ev rîska dubarebûnê dikare dakeve asta herî kêm. Ji êşên piştê yên ku hebûna xwe ji sê mehên zêdetir didomînin re jî "Êşa Piştê ya Kronîk" tê gotin. Xerabûna şaneyan (doku) a heyî, bandorê li ser serê demarên (sinir uçları) li wê derê dike û êşê derdixe holê. Tiştê ku em herî zêde dibînin ev e; nexweşiyên ku em dikarin di dema êşa akut de bi hêsanî çareser bikin, di destên ne pispor de wext winda dikin û dibin kronîk.

Sedemên ku êşên piştê tehrîk dikin çi ne?

Ji bo ku dermankirineke rastî were kirin, divê çavkaniyên rastîn ên êşê bi muayeneya bijîşkekî pispor ê cidî û bi tetkîkan werin lêkolînkirin. Kîloya zêde, rakirina barên giran ên ku bibe sedema fitiqê an jî avahiya piştê zor bike, bi xwarbûnê xebitîn, rûniştina demdirêj an jî di dema rûniştinê de ber bi pêş ve xwarbûna ji bo kar an jî sekinîn an jî di heman pozîsyonê de mayîna demdirêj, dirêjkirina demên stresî, pir zayînkirin, kirina karên malê di pozîsyona ne guncan de û ji bo demeke dirêj ango bêyî navber, di jiyana zewacê de neparastina piştê dibin sedema pirsgirêkên piştê.

Ji bo ku mirov xwe ji êşên piştê biparêze û tenduristiya piştê biparêze divê mirov çi bike?

Em tiştê herî girîng ji dest didin. Ya esas ew e ku berî êş di piştê de derkeve mirov tedbîrê bigire. Madem tiştên ku dibin sedema derketina êşa piştê diyar in, em mecbûr in ku bi riayeta li van dest bi kar bikin. Çawa ku otomobîla lênihêrîna wê ya pêwîst nehatibe kirin dê me di rê de bihêle, pişta ku lênihêrîn û parastina wê ya pêwîst nehatibe kirin jî dê rojekê vê êşê bi me bide kişandin. Di serî de, bi teqezî obezîte yanî kîloya zêde ji sedemên herî sereke yên fitiqê an jî êşên piştê ye. Em mecbûr in ku jiyana bêyî kîloyên zêde bikin şêwazekî jiyanê. Pirs tê bîra mirov ku dema em êşa piştê bikişînin dê çi bikin? Berî her tiştî divê mirov serî li bijîşkekî pispor ê ku di vê mijarê de bi rastî bi tecrûbe ye bide; divê mirov bi karên serpêhatî (geçiştirici) nebe sedem ku xerabûn (ariza) bibe kronîk. Ji ber ku dibe ku sedema di bin de tumorek, fitiqeke pir cidî, şikestina brîbrîkan an jî şûmîna (kayma) piştê be, nabe ku mirov bi pêşniyar an jî sepanên di bin navê dermankirinê de yên kesên ku mijarê baş nizanin wext winda bike. Bi gelemperî derbasbûna êşa nexweşan wekî "sedema di bin de ji holê rabiye" tê fêmkirin û bi rehetî tê tevgerîn, bi vî rengî nexweşiyeke ku dikare bi hêsanî were çareserkirin, dibe nexweşiyeke ku dijwartir tê çareserkirin an jî dibe bêçare. Ev rastiyek e ku, êşa piştê bi qasî ku pêwîst e nayê girînggirtin. Mirov nikare têbigihe ku ev dikare bibe sedema pirsgirêkên pir cidî. Di destê me de ye ku em mirovên xwe bêêş bidin jiyandin û rê li ber pêşketina fitiqa piştê berê bigirin. Mirov li şûna ku sedema di bin pirsgirêkê de bi teqezî ji holê rake, berê xwe dide ji holê rakirina êşê. Ev xeletiyeke cidî ye û nexweşên me dixe rewşekê ku di paşerojê de dibe ku pirsgirêkên pir mezin bi serê wan de werin.

İnanır got: "Wekî encam, divê mirov derbasî şêwazekî jiyanê bibe ku pirsgirêka piştê nejî û divê mirov hewl bide ku rîska pêşketina êşa piştê an jî fitiqê ji holê rake. Ger em êşê bikişînin; divê bijîşk/bijîşkên pispor ên ku di vê mijarê de pir xebitîne werin lêgerîn û dîtin, û di wextê herî nêz û bi şêwazê herî hêsan dermankirina wê were kirin. Rêya serkeftina di dermankirinê de ne rêbaz (yöntem) e; rêbazên ku bijîşkê bi rastî pispor ê di vê mijarê de dê pêk bîne ne. Ji bo serkeftina dermankirinê rêbaz out! Doktorê pispor in!"

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.