Ji bo şehîd Usame El-Muzeynî peyama sersaxiyê ya HAMASê

Ji bo şehîd Usame El-Muzeynî peyama sersaxiyê ya HAMASê

HAMASê ji bo Usame El-Muzeynî yek ji rêveberên ku di bombebarana rejîma îşxalker a siyonîst de şehîd bû re sersaxî xwest û weha got: "Xwedê mezin e. Serkeftin a êsîrên me û xelkê me ye."

Îro Serokê Meclisa Şûra ya HAMASê li Xezeyê Dr. Usame El-Muzeynî şehîd bû.

HAMAS di peyama xwe de weha got:

“ ‘Kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin mirî nehesibînin, bîleqs ew sax in û ji aliyê Rebbê xwe ve tênê rizqkirin.’ (Alî Îmran/169) Bi nîşaneyên herî bilind ên quretî û pozbilindiyê û bi nîşaneke mezintir, bi naskirina îrade û çarenûsa Xweda em sersaxiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yê Filistînê, miletê xwe yê ereb û Îslamî dikin û şehîdbûna rêberê Mucahidîn Dr. Meclîsa Şura li Xezzeyê dîyar dikin.

Şehîdê me yê ku di nav tevger û karên giştî de diçû, li zanîngeha Îslamî wek mamostayê zanîngehê û piştre jî wek Wezîrê Karên Derve kar kir. Heta ku îşxal ji ser axa me, axên me yên pîroz dernekeve, hêviyên gelê me yên rizgarî û vegerê pêk neyên, wê ji bo azadkirina ax û warên me yên pîroz berdewam bike. Xweda mezin e, serkeftin ya êsîran û miletê me ye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.