Ji Cemaeta Hîzbullah derheqê şehadeta rayedarên hikûmeta Yemenê de peyam

Ji Cemaeta Hîzbullah derheqê şehadeta rayedarên hikûmeta Yemenê de peyam

Cemaeta Hîzbullah, derheqê şehadeta Ahmed Galîp El Rehawî û hevalên wî yên ku ji hikûmeta Yemenê ne de ev peyam hat dayîn.

Cemaeta Hîzbullah, derheqê şehîdbûna Serokwezîr Ahmed Galîp er-Rehawî û çend wezîrên bi wî re yên hikûmeta Yemenê de peyamek belav kir.

Peyam ji teref Birûya Çapemenîya Hîzbullah ve hat weşandin û di peyamê de weha hat gotin:

“Bîsmîllahîrrehmenîrrehîm

Înna Lîllahî we Înna îleyhî racîûn

‘Ji bilî ên ku bawerî anîne, ew ên ku kar û kiryarên qenc kirine, ên ku zikrê Xwedê pir kirine û piştî ku neheqî li wan hatî kirin xwe bi ser xistine (ew cuda ne). Yên ku zilm kirine teqez dê bizanin ka bi bal kû cihî û kîjan encamê ve vegerin.’ (Sûreya Şu’era: 227)

Em şehadeta Ahmed Galîp El Rehawî û hevalên wî yên ku di êrîşa îsraîlê sîyonîst a li ser Yemenê de şehîd bûbûn pîroz dikin, ji birîndaran re jî daxwazîya şîfa xêrê dikin. Em ji serokê Tevgera Ensarullah û endamên wî re şîna xwe pêşkêşî dikin. Bila Rebbê me şehîdan di cenneta Fîrdews de bihewîne û mekanên wan bilindtir bike.

Ew ê tiştên xûşk û birayên me yên ku ji roja ewil a Tofana Eqsayê vir ve ji parastina Xezze, Quds û Mescîdî Eqsayê re piştgirîyekî fiîlî didin, bi fuzeyên xwe ji dilê rejima îsraîla sîyonîst a hebîs re tirs û xofê kirine beredayî neçe

Înşaallah her xwîna paqij a şehîdekî ku di oxira doza Mescîdî Eqsayê de hatîye rijandin, bibe wesîleya hilweşandina rejima sîyonîst a xaîn û aligirê wî Emrîkayê şeytanê mezin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.