Ji dilên biçûk hezkirina mezin: Em ji Pêxemberê xwe pir hez dikin
Zarokên ku beşdarî bernameya Mewlûda Nebî bûn, hezkirina xwe ya ji Hz Muhammed re û biratiya xwe ya bi gelê Filistînê re ji dil anîn ziman.
Bernameya Mevlûda Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê hat lidarxistin ji temenekî mezin eleqeyek mezin dît.
Di bernameyê de zarokan alayên Filistînê hilgirtin û hezkirina xwe ya ji Hz. Muhammed re û biratiya xwe ya bi gelê Filistînê re anîn ziman.
"Eger ne pêxemberê me bûya em ê li vir nebûna"
Şehadet Ozturk ku bi malbata xwe re ji Sêwêregê beşdarî bernameyê bû hestên xwe wiha anî ziman:
"Ez bi dê û bavê xwe re hatim. Ez ji Pêxemberê xwe pir hez dikim. Ger ew nebûya em li vir nebûna. Pêxemberê me ji keçên xwe pir hez dikir. Ji ber vê yekê min xwest ez werim vir."
"Em bi selewat hatin, em ê li meydanan tekbîrê bînin"
Emîr Kebîrê ku ji Amedê hatiye, diyar kir ku ew bi hevalên xwe re beşdarî bernameyê bûye.
"Em hatin ji ber ku rojbûna Pêxemberê me ye. Em bi xwendina selewatan hatin, em ê li meydanan tekbîran bînin."
"Ez pir kêfxweş im ku ez hatim jidayikbûna pîroz"
Îbrahîm Îslam Kesliyê 7 salî jî wiha got: "Ez ji bo welidandina bi xêr hatim vê herêmê. Ez kêfxweş dibim, ji ber ku rojbûna Pêxemberê me ye ez pir kêfxweş im."
"Ez hatim selewatan bînim"
Hîlal Züleyha Yaman a ku bi diya xwe re beşdarî bernameyê bû wiha got: "Ji ber ku ez ji Pêxemberê me pir hez dikim hatim û ez ê selewatan bixwînim."
"Fîlîstîn birayê me ye"
Îlknur Tokay, da zanîn ku ew hem ji bo ji dayîkbûna Hz. Pêxember hem jî ji bo gelê Filistînê hatîye li vê derê, “Filistîn birayê me ye. Xwedê Filistînê muhafeze bike.”
"Ez hem ji bo Filistînê hem jî ji bo pêxemberê me hatim"
Muhammed Ata Bedir wiha got: "Ez ji bo piştgirîya Filistînê û boykotkirina malên rejîma sîyonîst hatim. Ez ji Hz Muhammed pir hez dikim."
"Em hatin boykotê"
Muhammed Akîf Bedir ê 5 salî jî got, "Em ji bo Filistînê hatin. Em ji bo boykotkirin û pîrozkirina jidayikbûna Pêxemberê xwe li vir in." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.