Ji esnafên Amedê yên ku ji bo meha Remezanê kampanyaya daxistinê dan destpêkirin, banga piştevaniyê

Ji esnafên Amedê yên ku ji bo meha Remezanê kampanyaya daxistinê dan destpêkirin, banga piştevaniyê

Ji ber hatina meha Remezanê, hinek esnafên ku di sektora kincan de xebatên xwe dimeşînin, kampanyake daxistinê dan destpêkirin. Esnafan diyar kirin ku armanca vê kampanyayê hem piştgirîkirina welatiyan e, hem jî xizmetkirina li ruh û îklîma mane.

Bi destpêkirina meha Remezanê re, hinek firoşgehên kincan di berhemên xwe de di navbera ji sedî 10 û 15an de daxistin dan destpêkirin. Esnafên ku beşdarî kampanyayê bûne, dan zanîn ku ji qezenca bazirganî bêtir, qezenca manewî ji bo wan girîng e û bang li esnafên din jî kirin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê.

Esnafên ku bal kişandin ser wê yekê ku meha Remezanê meha parvekirin û piştevaniyê ye, diyar kirin ku ew dixwazin li gorî îklîma manewî ya Remezanê piştgiriyê bidin welatiyan. Esnafan destnîşan kir ku di vê mehê de armanca wan a sereke ew e ku barê aborî yê li ser şanên xelkê hinekî sivik bikin.

Recep Türkoğlu

Recep Türkoğlu diyar kir ku ew nêzî 12-13 sal in esnafliyê dike û di hemû berhemên xwe de ji bo meha Remezanê daxistineke taybet sepandiye. Türkoğlu wiha axivî:

"Nêzî 12-13 sal in ez li vir esnaf im. Di hemû berhemên me de ji bo meha Remezanê daxistin heye. Armanca me ya vê daxistinê ew e ku em di beldeyekî (herêmekî) Misilman de dijîn. Gava ku di bin navê 'serê salê' de daxistinên taybet tên kirin, me jî di bin pêşengiya HAKSİAD’ê de kampanyaya daxistina Remezanê da destpêkirin.

Me qezenca xwe ji bo wê dinyayê (axretê) hişt; zirara li vê dinyayê ne ewqas girîng e. Me ji hemû hevalên xwe yên esnaf re, yên ku gotina me diçe wan, behsa kampanyaya Remezanê kir. Îsal hinekî dereng ma. Heke hinekî zûtir bûya, ez bawer dikim ku wekî civak û wekî esnaf dê tevlîbûneke zêdetir çêbûya."

Ömer Can

Ömer Can diyar kir ku wî kargeha xwe 6 meh berê dewr girtiye û di berhemên wekî pantol, pêlav û qazaxan de ji sedî 10-15 daxistin kiriye. Can destnîşan kir ku armanca wan ne qezenc e, lê belê xizmetkirina li bereket û ruhê parvekirinê ya Remezanê ye û wiha got:

"Em 6 meh in li vir in. Çawa ku rojên wekî 'roja dayikan' an 'roja evîndaran' ên Cihû û Xiristiyanan li ser me tên sepandin, me jî got çima em di meha Remezanê de kampanyayan nakin. Me biryar da ku di pantol, pêlav û qazaxan de ji sedî 10-15 daxistin bikin. Me got heke em zirarê jî bikin, divê em di vê meha pîroz de vê kampanyayê bikin. Rizqê didê Xwedê ye.

Wekî Misilmanek, divê em di rojên xwe yên taybet de kampanyayên taybet bikin. Di çarçoveya çalakiyên Mewlûda Nebî de jî dê kampanyayên me hebin. Xwezî hemû esnafan kampanyayeke wisa bikira; yekîtî û parvekirin çêbibûya. Li vir dema em fitara xwe vedikin, em welatiyên ku di kolanê re derbas dibin jî vedixwînin ser sifreya xwe. Divê em wekî Misilman parveker bin. Her tişt ne pere û maddîyat e. Ciwan tên dükkana me; ez dinêrim ku pereyê wan têrê nake. Di vê meha pîroz de xêr ji me re lazim e, em hewl didin alîkariya wan bikin."

Mina Demir

Mina Demir, ku esnafa din a kampanyaya Remezanê ye, diyar kir ku ew di firoşgehên xwe de bi taybetî berhemên tesettûrê yên derve û gelek berhemên din bi keda xwe hildiberînin û difroşin. Demir wiha axivî:

"Me ji bo Remezanê kampanyayeke taybet da destpêkirin. Wekî tê zanîn, ji bo 'Roja Dayikan' û 'Serê Salê' gelek kampanya tên kirin. Me jî xwest em di meha Remezanê de kampanyayekê bikin. Di firoşgeha me de gelek berhem hene. Em hemû berheman, di nav de kincên tesettûrê yên derve jî hene, bi keda xwe didirûn û hildiberînin.

Kampanyaya ku me ji bo kincên tesettûrê daye destpêkirin, bi îzna Xwedê dê heta cejnê berdewam bike. Her kes dikare kampanyayên bi vî rengî bike. Nexasim di meha Remezanê de, esnafên din jî dikarin kampanyayên wisa bidin destpêkirin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.