
Ji Evîndarên Pêxember ji bo beşdarên ‘Pêşbirka Sîyerê’ hişyarîyên muhîm!
Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bo Pêşbirka Sîyerê ya bixelat a ku wê di 9ê Sibatê were kirin temamê hazirîyên xwe kirin û ji bo beşdarên ‘Pêşbirka Sîyerê’ hûrgilî û hişyarîyên muhîm da.
Alîkarê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Kenan Çaplik, der barê pêşbirka sîyerê ya ku wê ji aliyê weqfê ve bê tertîpkirin de daxuyaniyên girîng da. Çaplik destnîşan kir ku armanca weqfê ew e ku peyamên ku Hezretî Pêxember anîne werbigirin û li gor van peyaman emel bikin.
“Îsbata hezkirina Wî şopandina bi rîya Wî mumkin e”
Çaplik wisa got, “Hezkirina Wî, pêwîstîyeke îmanî ye. Îsbata hezkirina Wî şopandina bi rîya Wî, sunneta Wî mumkin e. Hezkirina Wî hezkirina Xweda ye. Hezkirina Xweda; girtina wehya ku Wî anîye ye, xwendina Wî, fêmkirina Wî û jiyandina Wî ye.
Ji ber vê ye ku em weke Weqfa Evîndarên Pêxember tevî gelek çalakîyan, ji sala 2012an vir ve her sal li temamê Tirkîyeyê pêşbirka sîyerê ya bixelat çêdikin. Emê îsal jî şahidî li kelecana pêşbirka sîyerê ku bi temaya ‘Wî bixwîne Wî Bijî’ wê bê çêkirin bikin înşallah.”
“Hun dikarin kîjan navendê bixwazin karin li pêşbirkê kevin”
Çaplik got ku cihên pêşbirkan li kesên ku qeyda xwe çêkirina bi rêya peyama li ser telefonan hatiye şandin û hê jî tê şandin, Çaplik gotinên xwe werê doman, “Kesên ku hê peyamn nehatiye ji wan re û roja ezmûnê wê li cihekî din bin li ser malpera me ya (https://www.peygambersevdalilari.com/wp/destek-merkezleri/) yê dikarin ji temsîlkarê me yê bajar/navçeyan cihên ezmûnan bielimin karin li wir jî têkevin.
Divê kesên ku wê beşdarî pêşbirkê bibin roja 9ê Sibata Yekşemê di seet 10.30an de li cihê ku wê têkevin pêşbirkê bin û hewceye bi xwe re nasname, qelem û jêbir jî bînin. Wê pêşbirk di seet 11.00an de destpêbike. Di pêşbirkê de hejmara pirsan di kategorîya 1. û 2. De 60e, di 3. û 4. De jî 75 e, dem jî 90 deqîqe ye. Hûrgilîyên derheqê piştî pêşbirkê wê di dawîya kitêbokê de hebin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.