Ji HAMASê ji bo temamê xwedî wijdan re banga kûrewî

Ji HAMASê ji bo temamê xwedî wijdan re banga kûrewî

Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS), li dijî êrîşên li Xezzeyê tê kirin ji bo çalakîyên sikakê, protestoyên li ber balyozxaneyan û destek dayîna Fîloya Berxwedana Kûrewî bangî raya giştî ya navneteweyî kir.

HAMAS di daxuyaniya par ve kir de bangî kesên “xwedî wijdan” kir û got ku divê li ber êrîşên li ser Xezzeyê çalakiyên girseyî bên kirin.

Di daxuyaniya ku dihat gotin bila 3 rojan xwepêşan bên kirin de wiha hat gotin, “Em temamê gelên azad ên ku xwedî wijdanên zindî ne dewet dikin ku bila li bajarên dinyaynê û paytextan meş û xwepêşanên girseyî zêde bikin.”

Di berdewana daxuyaniyê de wisa hat gotin:

“Bi awayekî çalak beşdarî meşên hêrsê yên li ber balyozxaneyên îşxalker ên îsraîl û Emerîqe û her weha balyozxaneyên welatên ku piştgiriyê didin dagirkeriyê bibin; ji bo eşkerekirina sûcên qirkirin û birçîbûnê û parastina mafên gelê me yên azadî û serxwebûnê. Amûrên zexta girseyî, xwendekar, sendîka û parlemanî çalak bikin da ku koçberkirina bi darê zorê û qirkirinê li Xezzeyê rawestînin û daxwaza vekirina derbasgehan bikin. Hemû rêbazan seferber bikin da ku piştgiriyê bidin Floya Berxwedana Cîhanî ya ku ber bi Xezzeyê ve diçe, rola wê ya mirovî nas bikin û ewlehiya fîloyê misoger bikin; û heke ew dagirkeriyê hedef bigire, hişyariyek bidin. Bila rojên pêş de bibin serdema zêdebûna domdar a çalakiyên cîhanî li dijî êrîşên dagirker ên Îsraîlê û dengek bihêz ji çar aliyên cîhanê li dijî kuştin, bombebaran, qirkirin, birçîbûnê û koçberkirina bi darê zorê bilind bibe.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.