Ji Herêma Kurdistanê alîkarîyên Hecî Îdrîs Surçî gihaşt Tirkîye

Ji Herêma Kurdistanê alîkarîyên Hecî Îdrîs Surçî gihaşt Tirkîye

Weqfa Hecî Îdrîs Surçîyê ku li Herêma Kurdistanê fealîyetan dike 6 tirên alîkarîyê yên ku ji bo herêmên erdhejê amade kirîye gihaşt Tirkîyê.

Ji ber erdheja ku li Mereşê pêk hat li herêmên Kurdistanê jî welatî dest bi alîkarîyê kirin û wan alîkarîyên wan jî tênê Tirkîyê.

6 tirên ku tê de qasî 10 hezar malbatan qîm bike alîkarî heye ji teref Weqfa Hecî Îdrîs Surçî ve li Herêma Kurdistanê hat amadekirin û ji Derê Sînor yê Xabûrê ji Tirkîyê re hat şîyandin.

Ji 6 tirên ku tê de betanî, nivîn, xwarin, potê zarokan û xwarina zarokan hene 5 hebên wan ji bo Semsûrê birê ket, tirekî jî ji bona ku li Sîlopîyê bê belavkirin ji Navenda Koordînasyona Erdhejê a Qeymeqamtîyê re hat teslîmkirin.

Midurê Giştî yê Weqfa Hecî Îdrîs Surçî Dr. Fekri Azerz Hamad ji çapemenîyê re axivî û ji ber mirovên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane sersaxîya xwe şîyand.

“Ew ê alîkarîya weqfê bighêje 80 tiran”

Şahîn Sulhanê dildarê Weqfê weha got, “Em ji Weqfa Hecî Surçî yê ku ji Herêma Kurdistanê hatine re bi navê xelqê xwe sipasîyan dikim. Bi tevî tirên alîkarîyê yên ku 6 heb in û qîma 10 hezar malbatan dike di ev roja zehmet de xwe gihaşt xelqê me. Hevalên rayedar gotin ku ew ê van alîkarîyan bighêjin 80 tiran.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.