Ji Hewlêr û Bexdayê ji Gurcistanê re firînên rasterast cardin dest pê dike

Ji Hewlêr û Bexdayê ji Gurcistanê re firînên rasterast cardin dest pê dike

Firînên ji balafirgehên navneteweyî yên Bexda û Hewlêrê a ji Balafirgeha Tîflîsê re ku ji ber herba DAEŞê navber hatibû dayîn firînên ewil yê rasterast cardin dest pê dike.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Ragihandinê a Iraqê ve hat belavkirin de, hat daxuyandin ku seferên ewil yên ji Gurcistanê re werin kirin ew ê ev Pêncşemê dest pê bike û dê her pêncşemê jî bidome.

Wezaret, bal kişand ku firînên rasterast piştî neh salan cardin dest pê dike û ew ê di dewra nû de hejmarên seferê jî bên zêdekirin.

Li gorî dîrektîfên Wezareta Ragihandin a Iraqê, kesên ku bixwazin biçin Gurcistanê dikarin vîzeyên şeş mehî bigrin, pêvajoya girtina vîzeyê jî di navbera 7 û 10 rojan de ew ê bê temamkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.