Ji Hewlêrê ji Bexdayê re banga bicîhanîtina “mesûlîyetên malî”

Ji Hewlêrê ji Bexdayê re banga bicîhanîtina “mesûlîyetên malî”

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê yê di bin serokatîya Serokwezîr Mesrur Barzanî de civîyan, derheqê pirsgirêka bûdçeyê a di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene de, ji Bexdayê re bang kirin ku bira li gorî qanûnê heqê Herêma Kurdistanê bidin.

Di civîna ku Alîkarê Serokwezîr Kubad Talabanî jî amade bû de meseleyên pirsgirêka bûdçeyê a di navbera Hewlêr û Bexdayê de û meseleya Kerkûkê hatin gotûbejkirin.

Sazîya ku bal kişand Hikumeta Herêma Kurdistanê di temînkirina meaş û mafên aborî ya memûr û xebatkaran de mesul e, nedayîna van mafan a Bexdayê jî ev rewşê dike nav endîşeyê.

Di qanûna bûdçeya Iraqê de para Herêma Kurdistanê tevahî 16 trilyon û 498 dînar hatîye diyarkirin. Li gorî vêya gerek her meh Bexda ji Herêma Kurdistanê re 1 trilyon û 375 dînar bişîne.

Encax hikumeta Iraqê, di civîna ku di 3yê Îlonê de lidarxistibû de, qerar girtibû ku ew ê ji bona mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê ji Herêma Kurdistanê re 500 milyar dînar bişîne. Bexda ji bo meha Tîrmeh û Tebaxê jî ji Herêma Kurdistanê re ti pereyek neşîyandibû.

Ji ber vê yekê Herêma Kurdistanê bang dike ku bira Hikumeta Iraqê heqê wan ê ku di qanûnê de heye bira bişîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.