Ji HUDA PARê daxuyanîya Sûrîyeyê: Ji cîhê pevçûnê divê qenalên lihevkirinê werin pêşxistin
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr weha got, “Em bûyerên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê ya Helebê diqewimin di nav endîşe û bi dîqqet de dişopînin.
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê da û di daxuyanîya xwe derheqê meseleya dawîn a li Sûrîyeyê diqewime de axivî.
Demîr bibîrxist ku şerê navwelat a li Sûrîyeyê 14 salan berdewam kir, “Êdî gelê Sûrîyeyê ku ji nîv milyonî zêdetir însan canê xwe ji dest daye, ji 13 milyonî zêdetir însan ji cîh û warê xwe bûne nikare ku pevçûnekî nû bibîne. Mesulîyeta herî mezin a îro ku piştî hilweşîna rejima Baasê, nedubarekirina xeletîyên bi êş û jandar ê berê û nepevçûneke nû ya nav welatî ye. Di vê çarçoveyê de em bûyerên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê ya Helebê diqewimin di nav endîşe û bi dîqqet de dişopînin. Bi taybetî hemî gengeşîya ku pevçûna navwelat ji nû ve gur bike, pêşeroja hevpar a Sûrîyeya ku di ber xurtbûnê de ye tehdîd dike.”
“Tiştê ku lazimatîya Sûrîyeyê pê heye; fêhmekî bireveberîya adil û hevpar a ku hemî qewmî û mezhebî di nav xwe de dihewîne ye”
Demîr bal kişand ku ji bo çareserîya îxtîlafan divê dîyalog were pêşxistin, û dûre Demîr weha got:
“Di serî de gelê Sûrîyeyê bi giştî jî hemî Sûrîye gelek bedêlên giran dane. Êdî di vî welatî de hal û taqet nemaye ku bedelên zêde bide. Îro tiştê ku lazimatîya Sûrîyeyê pê heye ev e; fêhmekî bireveberîya adil û hevpar a ku hemî qewmî û mezhebî di nav xwe de bihewîne. Duzenekî kuEreb, Kurd, Tirkmen û civakên dinê dikaribin xwe de temsîl bikin û mafên wan werin parastin mimkin e û hem jî ji bo hemî alîyan mecbûrî ye.”
“Divê tax û bajêr ji herêmekî nû yên pevçûnê re veneguhere”
Şahzade Demîr weha got, “Divê hemî alîyan bi şiûrekî îtîdal, aqlê selîm û mesulî tevbigerin; divê ji cîhê pevçûnê qenalên lihevkirinê werin pêşxistin. Divê ewlehîya can, rûmet û mafên bingeh ên sîvîlan li ser hemî hesabên sîyasî û leşkerî werin dîtin û girtin. Divê ji hemî pevçûnên ku gelê sîvîl ji cîhê wan werin kirin jî dûr bê sekinandin, tax û bajêr ji herêmekî nû yên pevçûnê re veneguhere.”
“Em alîgiran dawetî avêtina gavên bi mesulî ku pêşeroja hevpar a Sûrîyeyîyan dikin”
Parlamenter Demîr bal kişand ku gelê Sûrîyeyê bi salan e bedêlan dide, “Îro hemî gengeşîya di bin navê qewmî û mezhebî, ew ê ji van planan re xizmetê bike. ji bo vêya jî yekîtîyekî jîyanek hevpar û esasgirtina edaletê, bersivekî herî biqewet a ku midexeleyên derve beredayî bike ye. Aştîyeke mayînde, bi edaletê, û parastina hiqûq û rûmeta hemî kesan mimkin e. Em hemî alîgiran dawetî avêtina gavên bi mesulî ku pêşeroja hevpar a Sûrîyeyîyan dikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.