Ji İTTİHADUL ULEMAyê daxuyaniya piştgiriyê bo çalakiya Mewlûda Nebî
İTTİHADUL ULEMA, ji bo çalakiya mewlûdê ya ku dê ji aliyê Vaqfa Evîndarên Pêxember ve roja yekşemê 19ê Nîsanê li qada Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê were lidarxistin, daxuyaniyeke piştgiriyê belav kir.
Vaqfa Evîndarên Pêxember, dê roja yekşemê 19ê Nîsanê, li qada Parka Newrozê ya navçeya Rezan (Bağlar) a navenda Amedê, bi temaya "Rêberê me yê Wehdet û Rizgariyê Hezretî Mihemed" çalakiya Mewlûda Nebî li dar bixe.
Ji bo çalakiya Mewlûdê ya ku dê ji nav welat û derveyî welat gelek alim, rûspî û kesayetên girîng beşdar bibin, ji Yekîtiya Alim û Medreseyan (İTTİHADUL ULEMA) daxuyaniya piştgiriyê hat. Daxuyaniya ku hat dayîn, li ser navê İTTİHADUL ULEMAyê ji aliyê Mela Omer Akgül ve hat xwendin.
Akgül bal kişand ser wê yekê ku çalakiyên Mewlûda Nebî yên ku ji bo fêmkirin û zindîkirina suneta Hezretî Mihemed (s.a.v) tên lidarxistin di nav civakê de roleke girîng dilîzin û bang li hemû gelê Amedê yê evîndarê Pêxember kir ku beşdarî bernameyê bibin.
Akgül got: "Di çarçoveya çalakiyên Mewlûda Nebî de yên ku di tevahiya meha Nîsanê de tên lidarxistin, em wek İTTİHADUL ULEMA piştgiriya xwe nîşanî çalakiya bi temaya 'Rêberê me yê Wehdet û Rizgariyê Hezretî Mihemed' didin, ku dê ji aliyê Evîndarên Pêxember ve roja yekşemê 19ê Nîsanê li qada Mîtînga Parka Newrozê ya Amedê were lidarxistin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de Akgül ev bang kir: "Em girîngiya beşdarbûna çalakiyên bi vî rengî yên ku em bawer dikin di fêmkirin û jiyandina suneta Hezretî Pêxember de xwedî roleke cidî ne, destnîşan dikin; di serî de endamên xwe, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku vê roja yekşemê beşdarî bernameyê bibin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.