Ji Koreya Bakur gava nukleerê
Kîm Jong-Unê Serokê Koreya Bakur ji rayedaran der barê pêvajoya çêkirina keştiya binavî ya mûşekên balîstîk ên bi hêza nukleerî de agahî girt û talîmat da ku hêzên deryayî bi çekên nukleerî bên bicîkirin.
Kîm Jong-Unê Serokê Koreya Bakur, tersaneya ku keştî û keştîya binavî tê çêkirin zîyaret kir û kontrolan kir.
Kîmê ku derheqê keştî û keştîya binavî yên ku tê çêkirin ji rayedaran agahîyan girt, talîmat da ku hêzên deryayî bi çekên nukleerî bên bicîkirin.
Kîm got, “Pêşxistina hêzên deryayî yên li gorî demê û biçekkirina wan bi çekên nukleerî ji bo stratejiya me ya berevaniya neteweyî xwedî girîngiyek mezin e.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.