
Ji lîstîkvanên ku reklama Coca-Colayê dikin re berteka Xezzeyê
Ozan Akbaba û Sînem Unsala ku di fîlmekî li Mêrdînê tê kişandin de dileyîzin, di reklama Coca-Colaya ku alîgirê rejima îşxalker e de leyîstib û ev bû sedema bertekan.
Ozan Akbaba û Sînem Unsala ku lîstîkvanên di dîzîyekî li Mîdyada Mêrdînê tê kişandin de dileyîzin in, di fîlma reklama Coca-Coca yê de leyîstin.
Di seatên weşana reklamê de jî artêşa îşxalê li dijî Xezzeyê êrîşeke dijwar pêk dianît.
Parvekirin û weşandina reklamê bi tevî seatên qirkirinê ji teref gel ve wek “nehestyarî” hat wesifandin. Ji ber ku Coca Cola di nav lîsteya boykotê de ye bertekên ku dihatin nîşandan zêdetir bûn.
Gelek vêberhênarên medyaya civakî, weha gotin, “Dema ku Xezzeyê tê bomberdmankirin, reklama Coca Colayê nayê qebûlkirin.”, “Heyf û yazix ji we re” û ji lîstîkvanan re bertekê nîşan dan. Di heman demê de qenala televîzyonê ku reklamê da weşandin jî bû hedefa bertekan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.