Ji Mesûd Barzanî derheqê êrîşa li Mêrdînê de daxuyanî

Ji Mesûd Barzanî derheqê êrîşa li Mêrdînê de daxuyanî

Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî ji bo malbatên Duhokê yên ku di êrîşa çekdarî ya li Mêrdînê de canê xwe ji dest dabûn diyar kir ku ew xemgîn e û ji malbatan re sersaxî xwest.

Dema ku ji bo tedawîyê dihatin Dîyarbekirê, ji du malbatên Duhokî 5 kesên ku li Mêrdînê rastî êrîşê hatibûn, canê xwe ji dest dan.

Li qada Yenîkoyê ya li ser rêya Artuklu-Nisêbînê saet di 01.00an de li dijî wesayîta diçû Dîyarbekirê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Derbarê wê êrîşê de, Mesûd Barzanî daxuyaniyek da û weha got, "Ez di wê baweriyê de me ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo zelalkirina rastiyan ji aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê re û dîtin û dadgehkirina tawankaran, hewleke cidî bide."

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Ez ji ber êrîşa li ser hinek welatiyên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Mêrdînê gelek xemgîn im. Ez ji malbatên kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim û êşa wan parve dikim.”

Di êrîşê de Abdullah Salih Mistefa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75), Hindirîn Abdullah Salih (39) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan, Wehîde Haydar Casim (63) û Ehmed Celaleddîn Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bûn lê ew jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.