Ji Mesud Barzanî ji bo raya giştî peyamek

Ji Mesud Barzanî ji bo raya giştî peyamek

Mesud Barzanî îro ji bo raya giştî peyamek belav kir û di wê peyama xwe de îfade kir ku Herêma Kurdistanê ji bo wan ne tenê xeta sor e, belkî xeta mirinê ye, yan Kurdistan yan jî neman e.

Peyama Mesud Barzanî ya ji bo raya giştî bi temamî ewakî ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cihê xemeke zêdeye li çend rojên derbasbûyî da li nav Encûmena Nûnerên Iraqê hewlekî neberpirsane û berevajiya destûr ji bo kûrkirina kêşeyan û binpêkirina mafên rewayên gelê Kurdistanê hebû. Hemû aliyek agahdarin ku berê guftûgo û rêkeftina binyatner li navbera aliyên pêkhênerên hevpeymaniya îdareya dewlet bi ber bi nehiştina kêşeyan li holê bû. Her wiha Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi encam û rêkeftinên gelek baş û erênî gihîştibûn bo ku girift bêne çareser kirin û hemû aliyek xizmeta aramiya welat û jiyan û guzeraniya xelkê bikin, ku mixabin hinek aliyên siyasî bi nefesekî înkarkarane û neberpirsiyarane li rêya destkarîkirina birgeyên proje yasaya budçeyê xwestin wiha bikin hîç wateyek ji bo kiyana Herêma Kurdistanê nemîne. Lê belê ew hewla neberpirsane serî negirt û hate pûç kirin. Rûdanên çend rojên derbasbûyî ya Encûmena Nûnerên Iraqê perde li ser rûyê rastiya aliyê şovenî û muzayedeçiyan û her wiha wan hemûyan rakir ku ne rêz li soz û îmzayên xwe digrin û ne rêza bingehên destûrê jî digrin.

Niha jî ku proje yasaya budçeyê li Encûmena Nûnerên Iraqê da hatiye pesend kirin, hêvîdarim ewê heye bi niyetekî paqij bê bicîhkirin.

Li gel ewe da jî tekez li wê yekê dikîn ku Herêma Kurdistanê, mulkê gelê Kurdistanê û berhema xwîn û xebata gelê Kurdistanê ye. Li beranber her cûre hewl û destdirêjî û bê pakiyek ji bo têkdan û nehiştina Herêma Kurdistanê bi tundî radiwestîn. Bi aliyê me ve Herêma Kurdistanê nekû tenê hêla sûre belku hêla mirine û yan Kurdistan yan nemane.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.