Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur: Di nav wan de Diyarbekir jî heye

Ji Meteorolojiyê hişyariya barana gur: Di nav wan de Diyarbekir jî heye

Rêveberiya Meteorolojiyê ya Herêma 15’an; ji bo parêzgehên Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Êlih û Sêrtê hişyariya barana gur, ji bo Şirnexê jî hişyariya barana gur û li cîhên bilind hişyariya şilopeyê (barana tevli berf) da.

Rêveberiya Meteorolojiyê ya Herêma 15’an ragihand ku li parêzgehên Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Êlih û Sêrtê barana gur; li Şirnexê jî barana gur û li deverên bilind şilope (barana tevli berf) tê payîn.

Li gorî nirxandinên dawî; tê payîn ku li herêma me ji demên derengiya vê şevê pê ve, li seranserê parêzgehên Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Êlih û Sêrtê barana gur a bi navber û car caran jî barana bi birûsk bibare. Li tevahiya parêzgeha Şirnexê jî barana gur, li cîhên bilind jî car caran şilope û berfa zêde tê payîn.

Ji ber barîna zêde, divê li hemberî neyîniyên wekî astengiyên di çûnûhatinê de, lehî, girtina avê, zîpik (teyrok), hezaz (heyelan), birûsk, li cîhên bilind qeşa û cemed û li deverên bişiwat (eğimli) ên ku berfeke zêde lê heye li hemberî xetereya şepeyê (çığ) baldar û bi tedbir bin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.