
Ji meteorolojîyê ji bo 19 bajaran hişyariya barîna berfê ya “zêde”
Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo 19 bajarên li Anadolîya Navîn, Behra Reşa Rojhilat, Anadilîya Rojhilat û Behra Reşa Rojava hişyarîya berfa zêde hat kirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin tê texmînkirin ew ê berf li bajarên bi navê Qeyserî, Nîxde, Sêwas, Erzîncan, Gumuşxane, Bayburt, Newşehîr, Malatya, Dêrsîm, Tokat, Ordu, Gîresûn, Trabzon, Sakarya , Duzce, Zonguldak, Bartin, Kastamonu û Sînop zêde bike, ji ber îhtîmala lehîyê lazim e welatî bi dîqqet bin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.