Ji PAKê ji HUDA PARê re peyama sersaxîyê

Ji PAKê ji HUDA PARê re peyama sersaxîyê

Partîya Azadîya Kurdistanê yê ku bi minasebeta bûyera li Edeneyê a ku Sekreterê Bajarê yê HUDA PARê Sacît Pîşgîn şehîd bû û Serokê Bajarê Salîh Demîr jî birîndar bû ve, diyar kir ku divê bi lez û bez failan bên qefaltin û bûyer bê ranîkirin.

Di peyamê de ji Şehîd Sacîdê ku di bûyerê de rehmet kiribû re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji Salîh Demîrê Serokê Bajarê ku birîndar bûbû re jî daxwazîya şîfayê hat kirin de, ji Cemaeta HUDA PARê re sersaxî hat şîyandin.

Di peyama PAKê de weha hat gotin:

“Di 22ê Tîrmehê a sala 2023yan de ji Serokatîya Bajarê Edeneyê yê Partîya Doza Azad(HUDA PAR) re êrîşeke bi kêrê hat kirin û di wê êrîşê de Serokê Bajarê Birêz Salîh Demîr birîdar bûye, Sekreterê Bajarê Birêz Sacît Pişgîn jî canê xwe ji dest da.

Hat daxuyandin ku tedawîya Salîh Demîrê Serokê Bajarê didome. Yekê ji şikdarên ku êrîşê kirîye jî ji teref polêsan ve hatîye binçavkirin.

Em vê êrîşê şermezar dikin. Divê failan bi lez û bez bên dîtin û bûyer jî di her alîyê de bê ronîkirin.

Ji Sacît Pîşgînê ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikin, ji malbat, hezkirî û hemû cemaeta HUDA PARê re jî sersaxîyê dişînin. Ji Birêz Salîh Demîr re jî şîfayê dixwazin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.