Ji Platforma Biratîya Îslamî ya Çewligê banga betal kirina festîval û konseran

Ji Platforma Biratîya Îslamî ya Çewligê banga betal kirina festîval û konseran

Platforma Biratîya Îslamî ya Çewligê ji bo betal kirina festîval, konser û hin çalakîyên ku wê ji teref Wezareta Turîzm û Kultirê ve di bin kontrola Walîtî û Şaredarîya Çewligê di navbeyna 19-25ê Îlonê bê kirin, bangê kir.

Di daxuyaniya ku ji teref platformê ve hat kirinde hat gotin ku, çalakiyên kêf û şahîyê yê ku di serdemekê wiha ya qetlîamên li Xezzeyê tê kirin de tê xwestin bê kirin, him ji aliyê wijdanî, him însanî û him jî Îslamî ve ne rast e.

Di daxuyina ku hat dayîn de bi ayeta “Mumin encex birayê hev in.” (Hucûrat, 49/10) û hedîsa Pêxember eleyhîsselam a, “Misilman weke beşên bedenekê ne; dema ku perçeyekî bedenî êşê bikişîne, perçeyê din jî dibin hevparê vê êşê.” (Buhâri, Edeb 27; Müslim, Birr 66) Hat bibîr anîn ku divê Misilman êşên hev dû par ve bikin û hîs bikin.

Her wiha di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

“Çalakiyên kêf û şahîyê yê ku di serdemekê wiha ya li Xezzeyê qetlîamên, birçîbûn, zilm û bomberana tê kirin de tê xwestin bê kirin, him ji aliyê wijdanî, him însanî û him jî Îslamî ve ne rast e. Li Çewliga ku yek ji bajarên herî muhafezekar ê Anadoluyê ye, hissîyata civakê ta Xezzeyê gelek bilind e. Kesên ku van tiştan plan dikin, divê hişmendîya gel a bawerî û nirxan hindik nebînin û li ber çavan bigirin.

Di demek wisa de organîzekirina çalakiyên wekî konser û festîvalan wê zirarê bide hesta me ya civakî û xwêyê li birînên birayên me yên bindest birijîne. Ji ber vê yekê, em bang li Walîtiya û Şaredariya Çewligê û saziyên têkildar dikin ku van çalakiyan betal bikin û li şûna wê bernameyên alîkarî, dua û hevgirtinê yên ku hestên birayên me yên bindest nîşan didin û heta piçek piştgirî jî pêşkêşî wan dikin, organîze bikin. Ev yek wê kiryarek bi rûmettir be ku hem wijdanê miletê me û hem jî nasnameya Îslamî û dilovaniya Çewligê nîşan bide û wê gavek be ku li gorî ruh û hestên vê axê be. Em ji Xwedê lava dikin ku ew ji bo gelê mezlûm ê Xezzeyê serketinê û ji bo Umeta Muhemmed yekîtî û aştiyê bide. Ev yek bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.