Ji Şaredarîya Manavgat a CHPê re operasyona bêrêtîyê: Di nav qutîya peqlewê de 110 hezar Euro derket

Ji Şaredarîya Manavgat a CHPê re operasyona bêrêtîyê: Di nav qutîya peqlewê de 110 hezar Euro derket

Di tehqîqata bêrêtî û bertilê ya li dijî Şaredarîya Manavgat a Entalyayê de 34 kesên ku di nav de Serokê Şaredarîya CHPyî Nîyazî Nefî Kara, alîkarê serokê û wezîfedarên şaredarîyê hene hatin binçavkirin.

Di tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Manavgatê ve hat lidarxistin de, hat tespîtkirin ku gelek karên ku ji bona îzîn bê dayîn wek rihsat û karên îskanê bertil hatîye dayîn.

Ekîbên Midûrtîya Şûbeya Micadeleya Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê ya Midûrtîya Ewlehî ya Bajarê çar meh şopandina fîzîkî û teknîk bikaranîtin û derheqê 34 kesan de operasyon li dar xistin.

Di nav şikdaran de Serokê Şaredarîyê Kara, alîkarê wî û hinek rayedarên şaredarîyê hene.

Li gorî dosyaya tehqîqatê, tê îddîakirin ku bi navbeynkarîya xwerzê Serok Kara H.C.G. organîzasyona bertilê hatîye meşandin, klûbên sporê û şîrketên paravan ku girêdayê şaredarîyê ne hatine damezrandin û li ser fatorayên sexte 800 milyon Lîre qezenca neheq hatîye bidestxistin.

Hûrgilîyan herî balkêş jî ev e ku li dijî Alîkarê Serokê Şaredarîyê Mehmet Engîn Tuter operasyon hat lidarxistin. Li ser şîkayeta C.C. bi navbeynkarîya polês ve operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de C.C. pereyên bertilê bi nîşankirî teslîmê Tuterê dike. Dema teslîmatê jî bi qemerayên dizî ve hatin kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku Tuter dipirse “Çiqas heye”, C.C. jî bersivê dide dibêje “110 hezar Euro” Tuter jî li ser vêya jî tê bihîstin ku dibêje “Tu ji tu cîhekî re tiştekî nebêje” piştî operasyonê ekîbên polêsan dikevin hindir çenteya li hindir kontrol dikin. Tuter serê ewil derheqê çenteyê de dibêje ku “Hevalê min ji derveyê welat hatîye, bi xwe re çîqolata û eraqê anîtîye.” Encax dema ku di nav qutîya peqleweyan de gelek Euro hat dîtin Tuter jî got, “Min venekirîye û lê nenêrtîye.” Bi vê şeklê xwe parast.

Piştî operasyonê di avahîya şaredarîyê de lêgerîn hat kirin, 34 kesên ku di nav wan de Serokê Şaredarîyê Nîyazî Nefî Kara û alîkarê serokê şaredarîyê jî di nav de ne hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.