Ji Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr ji Şaredarîya Tersûs a CHPê re bertek

Ji Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr ji Şaredarîya Tersûs a CHPê re bertek

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şehzade Demîr, diyar kir tîyatroya ku ji teref Şaredarîya Tersûsê ve hatîye tertîpkirin ji bawerîya xelkê re êrîşeke.

Demîrê Parlamenterê HUDA PARê, ji Şaredarîya Tersûsê ya ku bi tîyatroyên li bajêr û gundan dide leyîstandin û di wan leyîstikan de jî him ji tesettûra Îslamê him jî cînsîyetê re heqaretê dike re bertek nîşan da.

Demîr di hîsaba xwe ya medyaya civakî de weha got, “Tîyatroya bi navê ‘Kêfxweşîya Havînê ya Di Bin Stêrkan De’ ya ku ji teref Şaredarîya Tersûsê ve her roj tê leyîstandin şermek e. Ji bawerî û nirxên xelkê me re êrîşeke. Rayedarên ku ji vêya re îzîn didin jî herî kêm qasî wan sûcdar in. Zêhnîyeta CHPê bûye ûreke wek qanserê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.