Ji ser qetlîama Qaladizê 48 sal derbas bûn

Ji ser qetlîama Qaladizê 48 sal derbas bûn

Ji ser êrîşa rejima Baasa Iraqê yê ku bi bombeyên Fosfor û Napalmê li Silêmanî kir 48 sal derbas bûn lê ew êrîş nehat jibîrkirin.

Di encama êrîşa rejima Baasa Iraqê yê ku di tarîxa 24ê Nîsanê sala 1974an de bi bombeyên Fosfor û Napalmê li navçeya Qaladîzêya Silêmanî kir de; 123 kesên ku di nav wan de mamoste, xwendekar, pêşmerge û xelqên sîwîl jî hene hatibûn qetilkirin û 400 kes jî birîndar bûbûn.

Ji ser qetlîama Qaladizê 48 sal derbas bûn.

Piştî ji teref rejima Baasa Iraqê ve xirabûna mitebeqeta ku di tarîxa 11 Îlolê sala 1970î de di navbera rejima Baasa Iraq û Hereketa Kurd yê ku di serokatîya Mele Mustafa Barzanî ye de hat kirin de, Zaningeha Silêmanî, hat birin Qaladizê ya nêzê sînora Îranê.

Li ser vê meseleyê rejima Baas, di tarîxa 24ê Nîsanê sala 1974an de bi bombeyên Fosfor û Napalm êrîşa hewayî li navçeya Qaladizêya Silêmanî kir.

Di encama bombebarandinê de 123 kesên ku di nav wan de mamoste, xwendekar, pêşmerge û xelqên sîwîl jî hene hatin qetilkirin û 400 kes jî birîndar bûn.

Di tarîxa 24ê Nîsanê sala 1982yan de jî ji bona ku qetlîam bê yadkirin bernameya yadkirinê hat tertîpkirin û ev bername jî ji ber ku vegerîya serhildanê rejima Baas jî bi çek o zordarîyê xwe girtibû li ser xelqê. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler