Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu peyama Mewlûda Nebî
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, daxwaz kir ku ev Şeva Mewlûdê bila bibe wesîleya wehdeta ummetê, îhyakirina sinnetê, hîdayeta însanîyetê û di serî de ji bo Xezze bi giştî bibe wesîleya xelasîya mezluman.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta şeva Mewlûda Nebî li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir.
Yapicioglu di daxuyanîya xwe de weha got:
“Serwerê me, rêberê me Hezretî Muhammed ku ji bo aleman re wek rehmetê hatîye şandin, di salvegera 1500emîn a rojbûna xwe de ye.
Însanîyeta ku rêya xwe şaş kirîye, di nav bêçare û bêhêvîtîyê de merhamet, edalet û azadîyê digere lê nikare bibîne. Çîmkî navberê kir nav xwe û rêberê xwe, berîya nirxên însanî ku lê digere pisûlaya xwe winda kir.
Ev Şeva Mewlûdê bila bibe wesîleya wehdeta ummetê, îhyakirina sinnetê, hîdayeta însanîyetê û di serî de ji bo Xezze bi giştî bibe wesîleya xelasîya mezluman.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.