Ji Spanyayê rapor hat: Telefona Rojîn Kabaîşê nehat vekirin
Telefona Rojîn Kabaîşa ku li Wanê bi mirî hatibû dîtin, ji bona ku telefona wê were vekirin ji Spanyayê re hatibû şandin. Li gorî rapora dawîn a ku hatîye şandin bi temamî nikaribûne bikevin telefonê.
Tehqîqata derheqê mirina Rojîn Kabaîşa ku li Wanê dixwend û bi mirîkî hatibû dîtin berdewam dike.
Di encama tehqîqatê de li ser lêkolîna telefona Rojînê ku ji Spanyayê re hatibû şandin rapor hat amadekirin.
Di rapora ku hat amadekirin de tê gotin ku bi temamî nikaribûne bikevin telefona Rojînê.
Li gorî xebera Sabahê, Serokatîya Baroya Wanê, li ser bûyerê daxuyanîyeke niviskî belav kir û di raporê de weha gotin:
“Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de ji bo tespîtkirina telefona Rojînê ya ku heta niha nehetibû vekirin, bi armanca lêkolîna teknîkî ji Spanyayê re hatibû şandin û ev tişt tê zanîn. Encax di rapora dawîn a ku hat şandin de, bi temamî nikaribûne bikevin nav telefonê, encax bi qismî ketine nav telefonê û di nav de lêkolînek kirine. Em ji raya girtî de didin ragihandin ku bi zelalî şopînerê pêvajoyê ne.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.