Ji Tûgayên Qessam operasyona “Şûr Sikesttir”
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, li bakurê Xezzeyê li dijî sîyonîstên îşxalker operasyonek li dar xistin.
Di daxuyanîya ku ji teref Tûgayên Qessam ve hat dayîn de hat îfadekirin ku navê operasyonê “Şûr Sikesttir” e û kemînekî tevlîhev li dar xistine. Operasyona ku hat lidarxistin li rojhilata Bey Xanûna bakurê Xezzeyê hat tertîpkirin.
Di daxuyanîyê de derheqê hûrgilîyên operasyonê de agahî nehat parvekirin, lê hat îfadekirin ku di nav îşxalkeran de mirî û birîndar hene. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.