Ji Yekîtîya Alimên Îslamê yê Kurdistanê ji şewitandina Qurana Pîroz re bertek

Ji Yekîtîya Alimên Îslamê yê Kurdistanê ji şewitandina Qurana Pîroz re bertek

Yekîtîya Alimên Îslamê yê Kurdistanê ku şewitandina Qurana Pîroz a li Swêdê şermezar kir, bal kişand ku ev bûyer hêsên bi milyaran Misilmanan birîndar kirîye.

Ji şewitandina Qurana Pîroz a ji teref Rasmus Paludan ve ku di 20ê Çileyê de li ber Sefîrxaneya Tirkîye a li Stockholmê re hêna jî bertek tênê nîşandan.

Yekîtîya Alimên Îslamê yê Kurdistanê jî ji ev bûyerê re bertek nîşan da. Di daxuyanîya ku ji teref yekîtîyê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku ev bûyer ji ber armanca “Heqaret li Misilmanan bê kirin û hêsên wan birîndar bike” hatîye kirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ev çalakîya ku di dinyayê de hêsên bi milyaran Misilmanan birîndar kirîye û biçûk xistîye, îstîqrara civakan pûç dike, aştîya cîhanê û çanda bijîna bi hev re tehdît dike di ‘eynî wextê de kêmasîya welatên ku propagandaya demoqrasî û mafên însanan dike ye jî.”

Di dawîya daxuyanîyê de, hat îfadekirin ku bira ev êrîşên ku ji pîrozahîyan re tên kirin bê dawîkirin û derheqê fa’ilên çalakîyên ewakî de jî mueyyîdeyên fermî bê destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.