Ji YEyê daxuyanîyeke dîrokî: Herba Xezzeyê ya îsraîlê qirkirinek e
Şefa Polîtîkayên Derve ya Yekîtîya Ewrûpayê Kaja Kallas, îlan kir ku herba rejima îşxalker a ku li Xezzeyê dimeşîne qirkirinek e û armanca wî bi temamî îşxalkirina Xezzeyê ye.
Şefa Polîtîkayên Derve ya Yekîtîya Ewrûpayê Kaja Kallas, di axavtina xwe ya ku di Parlamentoya Ewrûpayê de kir de, êrîşên rejima îşxalker ên li ser Xezzeyê wek “qirkirin”ê wesifand. Kallas, bal kişand ku ev herb ne herba parastinê ye, armanca êrîş û xwe firehkirinê di nav xwe de dihewîne.
Kallas, di rûniştina bi sernavê “Sekinandina Qirkirina li Xezzeyê: Dema Mueyyîdeyên Ewrûpayê” hatibû lidarxistin de axivî, û ji hêrsa ku di Parlamentoya Ewrûpayê de bilind dibe re deng da û çalakîyên rejima sîyonîst a ku gelê Filistînê armanc dike ku tune bike bi zimanekî tund rexne kir.
“Tê plankirin ku li ser Xezzeyê kontroleke tam bê kirin”
Kallas got, “îsraîlê, bi zelalî îlan kir ku ew armanc dike li ser Xezzeyê kontroleke tam bike. Binesazî bi qestî têne hedefgirtin. Ev hedefgirtin, kuştina sîvîlan a bi sîstematîkî û bi zorê jicîhkirina sîvîlan, bi zelalî îxlalkirina hiqûqa navneteweyî ye.”
Kaja Kallas, destnîşan kir ku taktîka dorpêça rejima îşxalker ji bona ku sîvîlan birçî, tî û bêderman bihêle ye û vêya jî wek çekekî bikartîne û li axavtina xwe zêde kir, “Ev tiştan, duzena ku însanîyet demekî diparast belawela kirîye.”
“Ev qirkirinekî ye, em nikarin bêdeng bimînin”
Kallas, cara yekem vê gotina qirkirinê anît ziman û ev jî ji rayedarên YEyê ya herî bilind hatîye binavkirin e. Kaja Kallas berdewam kir, “Ev ne herba parastina xwe ye; ev herb, herba firehbûn û tunekirinê ye. Divê em gotinan û axavtinan derbas bikin û zextê bidin ser wî, ez ê bi xwe vêya bikim.”
YE, di meha Gulanê de biryar girt ku ew ê Peymana Hevkarî ya ku ji bi rejima îşxalker re hatibû îmzekirin û ji Tel Avîvê re cudahîyan pêşkêş dikir, ji nû ve li ber çavan derbas bikin. Ev pêvajo bi taybetî ji teref Parlamenterên Hollandayî ve hat piştgirîkirin, dibe ku mueyyîdeyên dîplomatîkî û aborî bêne rojevê.
Tê texmînkirin ku Kaja Kallas di civîna Konseya Têkilîyên Derve yê YEyê ku di 23yê Hezîranê de bê tertîpkirin de raporekî bi hûrgilî ya derheqê vê pêvajoyê de pêşkêşî bike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.