Kampanyaya erzanîya sedî 25a TOKÎyê îro dest pê dike

Kampanyaya erzanîya sedî 25a TOKÎyê îro dest pê dike

Serokatîya Îdareya Avahîya Giştîyê (TOKÎ) girêdayî Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê, ji bo kesên xwediyê xanî û dikandarên ku hê deynên xwe didin re, kampayaya erzanîya sedî 25 ji îro pê ve dest pê dike.

Ji bo kesên ku temamê deynên xwe pêşînî bidin re wê erzanîya sedî 25 bê kirin. Kesên ku nikarin temamî deynê bidin jî ger karibin herî kêm sedî 25 deynê xwe neqdî bidin wê karibin ji kampanyayê fêde bibînin.

Şertên Beşdarbûyînê Çi Ne?

Kesên ku dixwazin beşdarî kampanyayê bibin, di dema serîlêdanê de divê teqsîdên yê wê mehî hatibe dayîn û hewceye tevî teqsîdên berê, deynê baca emlakê jî tune be.

Wê tenê xanî û dikanên ku firotina wan heta dawîya Hezîrana sala 2024an û heta wê demê teqsîdên wan dest pê kiribin wê daxîlî kampanyayê bibin. Lê kesên ku 12 meh an jî kêm tir teqsîdên wan mabin nikarin beşdarî bibin.

Wê Desteka Kredîya Xanîyê jî bê kirin

Serîlêdanên ji bo kampanyayê dikarin bi rêya bankayên navbeynkar werin kirin. Welatiyên ku dixwazin dikarin ji van bankayan krediya xanî jî bistînin. Ji bo projeyên bi mulkîyeta qatê, divê serîlêdan bi daxuyaniyek "bê deyn" û belgeyek daxuyaniya nirxa milkê re werin pêşkêş kirin.

Roja Dawî: 17ê Cotmehê Ye

Kampanya îro dest pê dike û heta 17ê Cotmehê berdewam dike. Ji bo dayinên deynê yên piştî vê tarîxê têne kirin, ti daxistin nayê kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.