
Karkerekî ciwan li Çinarê di bin traktorê de ma û jiyana xwe ji dest da
Karkerekî ku li navçeya Çinarê dema ku traktorê tamîr dikir di bin traktorê de asê ma jiyana xwe ji dest da.
Qeza li sanayîya ya Çinarê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Salih Dağlı (28) ku di dema tamîrkirina traktorê de di bin traktorê de asê mabû, bi awayekî trajîk jiyana xwe ji dest da.
Xortê ku cenazeyê wî yê bêcan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê, ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Dîyarbekirê. Hat diyarkirin ku Salih Dağlı nêzîkî 10 mehan zewicî bû.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.