Karwana Hêvîyê alîkarîya lezgîn dide xelkê ji Helebê derketinê
Karwana Hêvîyê ku piştî banga "Alîkariya Bilez ji bo Sûriyeyê", li herêmê dest bi xebatên alîkariyê kir, ji bo kesên ku ji ber pevçûnên navxweyî yên li Helebê xwe li Efrîna xwe girtin alîkariya mirovî gihand.
Şerê li Helebê bûye sedema ku bi hezaran sivîl ji herêmê birevin û ber bi deverên ewletir ve biçin. Kesên ku ji malên xwe reviyane û xwe li Efrîn girtine, hewcedarê her cûre alîkariyên mirovî ne.
Li herêmê, zarok, jin û kal û pîr bi taybetî ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê tesîrdar dibin, û bi deh hezaran mirovên ku li Efrîn penaber bûne, pir hewcedarê alîkariyê ne.
Karwana Hêvîyê piştî banga "Alîkariya Bilez ji bo Sûriyeyê", li herêmê seferber bû, û ji mezlûman re şîva germ, nan, lazimatîya pitikan û betanîyan gihand. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.