Karwana Hêvîyê ji bo Helebê banga “Alîkarîya Lezgîn” kir

Karwana Hêvîyê ji bo Helebê banga “Alîkarîya Lezgîn” kir

Karwana Hêvîyê ji bo bi dehhezaran Helebên ku ji nav herba navxweyî derketine ji bo alîkarîyê bikin banga “Alîkarîya Lezgîn” kir.

Jiber pevçûnên ku di 6ê Çileyê de li Helebê dest pê kirin, li navenda bajêr hemî xebatên li sazîyên fermî hatin sekinandin, perwerdehî hat betlandin.

Di Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê de jî sefer hatin rawestandin û di pevçûnan de dibistan û nexweşxane hatin hedefgirtin.

Pevçûnên ku li Sûrîyeyê çêdibin mixabin krîzeke însanî ya nû jî bi xwe re derdixe holê. Ji ber perçûnên ku gelek kesan canê xwe ji dest dane, bi dehhezaran mirov ji cîhê xwe bûne û mecbûr mane ku koç bikin û çûne çadirên ku bawer dikin cîhên ewle ne.

Karwana Hêvîyê jî li herêmê dest bi xebatan kir û ji bo Sûrîyeyê banga “Alîkarîya Lezgîn” kir.

Hat îfadekirin ku niha lazimatî ji betanî, şîva germ, çadir, xurek, goştê qurbanê, cil û berg û tiştên qirtasîyeyê hene. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.