Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ji bo xêra mihtacan kermesek vekir

Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekirê ku ji bo êtîm, mihtac û sêwîyan alîkarîyan li dar dixe, li Qada Şêx Seîd ji bo xêra malbatên mihtac kermesek vekir.

Karwana Hêvîyê armanc dike ku ew ê bi qezenca di kermesê de ji malbatên mihtac re lazimatîyan bistînin û ew ê kermes jî heta 30yê Cotmehê vekirî be.

Hat îfadekirin ku di kermesê de ji amûrên metbexê, xurdewat, cil û bergên zarok, zilam û pîrekan, solan, xwarin û şêranî hene.


Serokê Karwana Hêvîyê Emîn Akyuz, îfade kir ku kermes ew ê heta 30yê Cotmehê berdewam bike û ji xêrxwazên ku piştgirîyê dane kermesê re jî sipasîyan kir.

“Qezenca ku di kermesê de werin bidestxistin wê ji mexdûr û mihtacan re werin xerckirin”

Akyuz îfade kir ku ew vê kermesê kirine wek kevneşopîyek û got, “Hemd ji Xwedê re ku em wek Karwana Hêvîyê îsal jî kermesa ku me kirîye wek kevneşopîyek vekirîye. Kermesa me li Qada Şêx Seîda ku li navçeya Surê ye hatîye vekirin. Ew ê kermesa me heta 30yê Cotmehê berdewam bike û wê her roj heta seatê 20.00an bidome. Em ê qezencên ku ji li vê deêr bidestbixin ji bo mexdûr û mihtacan re bikarbînin.”

Akyuz ji welatîyan re jî bang kir û weha got, “Banga me ya ji welatîyên me re ev e ku bila danûstandinên xwe ji li vê derê bikin, û ew dikarin li kermesa me bexşan jî bikin. yanê heger ew jî bixwazin ku ji vê kerwana xêrê re destekê bidin bila werin li vê derê û lazimatîyên xwe ji li vê bistînin. Gelek tiştên me hene. Ji xalîyan bigrin, heta tiştên elektronîkî, ji cil û bergan bigre heta xwarinê curbecur tiştên me hene. Em ji xêrxwazên xwe re teşekuran dikin, Xwedê xêra wan qebûl bike. Xwedê kermesa me bike wesîleya xêrê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.