Karwanê Hêvîyê li Diyarbekirê bi malbatên hewcedar re li ser sifreyan tê bal hev
Weqfa Karwanê Hêvîyê (Umut Kervanı) ku ji bo malbatên hewcedar xebatên alîkariyê dimeşîne, her roj li taxeke cuda malbatên feqîr û hewcedar vedixwîne ser sifreyên fitarê.
Karwanê Hêvîyê ku bi alîkariyên xwarinê, kincan û dravî (nakdî) her gav li cem hewcedaran e, di saetên fitarê de jî malbatên feqîr ji bîr nake û nanê xwe bi wan re parve dike. Şaxê Jinan ê Karwana Umîdê ya Diyarbekirê, ji rojên pêşîn ên Remezanê ve malbatên hewcedar li ser sifreyan dicivîne û li semtên ku serdana wan dikin, îkramên fitarê pêşkêş dikin.
Nûnera Şaxê Jinan a Karwana Umîdê ya Diyarbekirê, Büşra Yapıcı, derbarê bernameyên fitarê de daxuyanî da û diyar kir ku ew dixwazin bi piştgiriya xêrxwazan bigihîjin malbatên hîn zêdetir.
Büşra Yapıcı di daxuyaniya xwe de hêviyên xwe yên ji bo meha Remezanê anî ziman û wiha got:
"Em hêvî dikin ku ev meha Remezanê ya ku tê de manewiyat gihîştiye lûtkeyê (asta herî bilind), ji bo welatê me û cîhana Îslamê bibe wesîleya xêrê. Wekî Şaxê Jinan a Karwana Umîdê ya Diyarbekirê, em bi malbatên xwe yên mexdur re ku em alîkariyên madî û manewî didin wan, li ser heman sifreyê rûniştin û me fitara xwe bi hev re vekir. Me bi malbatên xwe re wext derbas kir, em bi wan re kaynaşî bûn û me hasbihal kir.
Me xwest ku em di navbera xêrxwazên xwe û malbatên mexdur de hinekî bibin pir (köprü). Bi îzna Xwedê, di vê meha Remezanê de bi piştgiriya xêrxwazên me, em ê bigihîjin malbatên hîn zêdetir."


Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.