Karwanê Hêvîyê ji Kurdên Rojava yên mexdûr re alîkarîyan gihand
Karwana Hêvîyê, ku li Rojava çalakiyên alîkariyê dike, alavên alîkarîya mirovî li sedan malbatên şer zirarmend ên ku ji bo debara jiyanê têdikoşin belav kir.
Kawrana Hêvîyê, ku hem li hundir û hem jî li derveyî welat xebatên xwe yên alîkariya mirovî didomîne, destê alîkariyê dirêjî bi sedan malbatên ku ji şerê li Sûrîyeyê tesîrdar bûne kir.
Karwana Hêvîyê ku alîkariya mirovî digihîne kesên ku ji ber şer gelek êş kişandine, bi alîkariyên xwe malbatên hewcedar kêfxweş kir.
Mehmet Faîk Dogan, endamê Lijneya Bawermendan û Koordînatorê Herêmî yê 2yemîn ê Weqfa Karwana Hêvîyê, derheqê fealîyetê de daxuyanî da.
Doğan tekez kir ku wan li Helebê dest bi hewldana alîkariyê kiriye û diyar kir ku wan gelek kelûpelên alîkariya mirovî yên wekî pakêtên paqijiyê, pêç, xwarinên germ, betanî, nanê germ û pakêtên xwarinê li sedan malbatên hewcedar ên li taxa Şêx Meqsût belav kirine.
"Êş pir mezin e"
Mehmet Faîk Dogan diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya qurbaniyan alîkariya ku wan daye têrê nake û ev nirxandin kir:
"Em niha li taxa Şêx Meqsûd a Sûrîyeyê ne. Li vir, me pakêtên paqijiyê, pêç, xwarinên germ, betanî, nanê germ û pakêtên xwarinê li sedan malbatên hewcedar ên ku ji şer tesîrdar bûne belav kirin. Xwedê her kesê ku beşdarî vê hewldana xêrxwazî bûye û alîkariya me kiriye biparêze û ji wan razî be. Xwedê nehêle ku kes bikeve tengasiyê, û dema ku ew bikeve, bila nehêle ku mirovên ku alîkariya wan bikin kêm bibin. Li vir gelek êş heye, ji ber vê yekê me hewlên xwe li ser vê herêmê danîn." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.