Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
Komeleya Kerwana Umîdê ya Edeneyê, tira alîkariyê ya ku ji bo herêmên Hesekê, Kobanê hatibû amadekirin, bi rê kir.
Piştî banga alîkariyê ya Navenda Giştî ya Veqfa Kervana Umîdê (Umut Kervanı Vakfı Genel Merkezi) ya ji bo Rojava, li Edeneyê amadekarî hatin destpêkirin.
Li ser vê bangê, Komeleya Karwana Umîdê ya Edeneyê (Umut Kervanı Adana Derneği) kete tevgerê û ji bo alîkariya mirovî ya ku dê bişînin herêmê, xebat dan destpêkirin. Betanî, cil û bergên zivistanê û kelûpelên pêdiviyên bingehîn ên ku ji aliyê xwebexşên komeleyê ve hatibûn komkirin, li tirê hatin barkirin.
Hat ragihandin ku tila alîkariyê ya ku amadekariyên wê bi dawî bûne, dê bigihîje Hesekê, Kobanê û herêmên din ên Rojavayê. Tira alîkariyê, ji bo piştevaniya hewcedaran li Edeneyê amadeyî birêketinê hat kirin.
Beriya ku tir bi rê bikeve, ji aliyê rayedarên komeleyê ve derbarê xebatên alîkariyê de daxuyanî hat dayîn. Cîgirê Serokê Komeleya Karwana Umîdê ya Edeneyê Cevdet Dizlek, derbarê rewşa mirovî ya li herêmê de nirxandin kirin.
Dizlek diyar kir ku li herêma Rojavayê di gihîştina pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkên giran hene. Dizlek da zanîn ku wan berê jî gelek tirên alîkariyê şandine herêmê û destnîşan kir ku dê piştgiriya wan berdewam bike.
"Em ê şandina tir û alavên xwe bidomînin"
Cîgirê Serokê Komeleya Karwana Umîdê ya Edeneyê Cevdet Dizlek, derbarê mijarê de daxuyanî dan û diyar kir ku şert û mercên jiyanê li herêma Rojavayê pir dijwar in. Dizlek got:
'Wekî Karwana Umîdê; gelê herêma Rojavayê yê ku di bin zilmê de dinaliya, tevî ku bi destwerdana artêşa Sûriyeyê serdestiya SDGê rabûye jî, hîn tî (bêav) û perîşan e. Perwerde, elektrîk, rê, xurek û cil û berg jî tê de, tu tiştê wan nîn e. Di rojên borî de Serokê me yê Giştî rewş li cihê wê lêkolîn kir. Me bi dehan tirên alavên alîkariyê şandin wir. Îro jî li Edeneyê, Xwedê nesîb bike, em ê tireke tije alav bişînin herêma Rojavayê. Ji bo ku gelê wir di meha Remezanê de hinekî nefesê bistîne û piştgirî bide budceya malbata xwe, em ê alîkar bin. Em spasiya xêrxwazên Edeneyî dikin ku keda wan di şandina vê tirê de heye. Rebbê min xêra wan qebûl bike inşallah. Piştî vê jî xebata me ya Rojava dê bidome. Em ê şandina tir û alavên xwe berdewam bikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.